Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona Dijî DAIŞ'ê Dê Civîneke Onlayn Pêk Bîne


Koalîsyona dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dê 4’ê Hezîranê de bi awayekî onlayn bicive.

Wezîrên derve yên dewletên di koalîsyonê de dê ser tunekirina DAIŞ’ê biaxifin.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku dê civîn bi mazubanîya Wezîrê Derve Mike Pompeo û hevtayê wî yê Îtalî Luigi Di Maio kom bibe.

Ji seranserê cîhanê wezîrên 82 dewletan dê beşdarî civîna onlayn bibin.

Serokê Amerîka Donald Trump par serketina dijî DAIŞ’ê ragihandibû lê jiber êrîşên dawî yên tundrêyan yên li Afrîqa û Afganistanê jinûve fikar çêbûne.

Li ber e ku wezîr ser kêşeyên ku vîrusa korona çêkirine jî biaxifin.

XS
SM
MD
LG