Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona Navnetewî Dibêje li Îraqê Êrîşa bi 2 Dronan Hatine Têk Birin


Dîmeneke dronên bingeha Esmanî ya El-Esed ya artêşa Îraqê hatine têk birin, 4 Rêbendan 2022

Ajansa Nûçeyan Associated Press (AP) îro Sêşemê ragihand ku bingeha Esmanî ya E Esad ya artêşa Îraqê bi du dronên bombarkirî hatiye armanc kirin, lê bi saya sîstema berevanî yê ev dronan hatine têk birin.

AP'yê ev agahî ji zarê berpirsekî koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka ragihand.

Bingeha Esmanî Eyn El-Esed li eyaleta Enbarê ya li rojavayê Îraqê ye û hêzên koalîsyona navneteweyî û Amerîkayê yên ku dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer dikin li vir dimînin.

Heman berpirsê koalîsyonê da zanîn ku “hewldana êrişê biser neketiye” û wan êrîş têk biriye.

"Ev êrîş dijî bingehên Îraqê û êrîşeke dijî gelê Îraqê û artêşa ku wan diparêze ye," berpirsê koalîsyonê got.

Artêşa Îraqê jî bi daxuyanîyeke hewldana êrîşê piştrast kir û got ku dron li derveyî bingeha esmanî hatine xistin û êriş bê zarar bûye.

Koalîsyona navneteweyî ragihandibû ku roja Duşemê de jî wan li nêzî Bexdayê êrişeke bi dronên bombarkirî têk birine û 2 dron xistine.

Di êrîş ê de, dron ji alîyê sîstema berevanîya C-RAM ya ku navendên Amerîkî li Îraqê diparêze, hatine xistin.

Lê, di derbarê zarar û encamên bûyerê de ti agahî nehat eşkere kirin.

Karbidestên koalîsyonê û berpirsên Îraqî dîyar kirin ku ti rêxistinê pirsîyarîya êrîşê negirtiye ser xwe, lê li ser yek ji baskên dronê peyva "tolhildana Silêmanî" hatibû nivîsin.

Berpirsê ku nexwestiye navê wî were eşkere kirin destnîşan kir ku li Îraqê êdî bingehên koalîsyonê nemane û ewbingehên leşkerî yên Îraqê pir kêm bi kar tînin.

"Tevî ku me erka xwe ya şer bi dawî anîye jî, em mafê xweparastinê diparêzin," berpirs got.

24 demjimêrên borî de diji hêzên koalîsyona navneteweyî yên li Îraqê hewldana duyê ya êrîşê bû ku hevdem salvegera kuştina kuştina generalê Îranî Qasim Silêmanî bû.

Silêmanî, di 3'ê Rêbendana 2020'an de li nêzî firokexaneya Bexdayê di êrîşeke dronî de hatibû kuştin.

Di nava 24 saetên borî de li Îraqê 4 dronên bombebarkirî ji alîyê hêzên koalîsyona navneteweyî ya dijî DAIŞ'ê ve hatine têk birin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG