Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Koalîsyon Çekên Giran û Hêzên Nû Dişîne Minbicê


Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xelîl Mistefa ji AFP’ê re dîyar kir ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, di çend rojên dawî de, gerên xwe yên li herêma Minbicê zêdetir kiriye.

Xelîl Mistefa da zanîn ku hêzên koalîsyonê bi helîkopteran ji esmên çavdêrîya herêmê dike û got ku şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengîya wê dike, dijî operasyona Artêşa Tirk ya gumankirî xendek kolandine û enîyên xwe xurt kirine.

Tirkîye YPG’ê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne û dixwaze ku ew ji herêma Minbicê bi temamî derkeve.

Çavdêrîya Sûrîy ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar dike ku li herêma Minbicê 350 leşkerên koalîsyonê hene û piranîya wan Amerîkî ne.

Li gor nûçeya AFP’ê, SOHR, jêderên leşkerî yên herêmê û rojnameya El-Vatan ya bi piştgirîya hikûmeta Sûrîyê dîyar dikin ku koalîsyonê hêzên nû û çekên giran şandine Minbicê.

Rêvebirê Civata Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebu Adil jî da zanîn ku ew gefên Tirkîyê cidî dibînin û got ku koalîsyona navneteweyî hêzên xwe yên li Minbicê zêdetir kiriye.

XS
SM
MD
LG