Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona bi Pêşengîya Amerîka li Başûrê Sûrîyê Dronek Xistiye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka vê hefteyê li başûrê Sûrîyê dronek xistiye xwarê.

Reutersê dîyar kir ku firokeke cengê ya Brîtanya, dron li nêzî bingeheke leşkerên Amerîkî xistiye.

Bingeha leşkerî ya bi navê Tanf tê zanîn, li cîhekî stratejîk yê li sînorê Îraq û Urdunê ye û li wir kêm leşkerên Amerîkî dimînin.

Tanf tekane bingeha Amerîkî ya li başûrê Sûrîyê ye ku li bakur kontrol di destê Kurdan de ye.

Wezareta Berevanî ya Brîtanya ragihand ku firokeke cengê ‘’droneke dijminan ya gef çêdikirine’’ xistiye xwarê.

Fermandarîya Navendî ya Amerîka jî da zanîn ku roja Sêşemê du drone ketine herêma bingehê û dîyar kir ku yek ji wan dema nêzî bingehê bûye hatiye xistin.

Wê fermandarîyê dîyar kir ku bi dronan ti zarara madî çênebûye.

Reutersê da zanîn ku hîn ne dîyar e ku dron yên kê ne.

Hêzên bi piştgirîya Îranê di demên borî de li rojhilata Sûrîyê û li Îraqê bi dron û roketan êrîş biribûn ser yekîneyên Amerîka.

XS
SM
MD
LG