Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kobanê Projeya Nûkirina Qanalên Binerdê Didome


Şaraderîya Kobanê li nav bajêr qanalên binerdê çêdike û yên heyî berfireh dike, jiber ku di encame şer de hin dever hatin rûxandin û hejmara avahîyan pir bûye.

“Proje dê li tevahî bajêr pêk were jiber ku qanalên berê gelekî kevin bûne û li her kolanekê 17 mîlyon lîrayên Sûrî lê tên xerc kirin,” hevseroka Şaradarîya Kobanê Rewşen Abdî got.

Rewşen herwiha dibêje ku ew proje kolan bi kolan bi rêve dibin, lê rastî gelek astengîyan dibin.

“Tengbûna kolanan pirsgirêkan jibo liv û tevgera alavên kolandinê çêdike û rûniştvanên bajêr jî ji me re nabin alîkar.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku qanalên binerd li Kobanê cara yekê bi destê endezyarên Fransî hatibûn çêkirin û ji wê demê de çareke tenê ev qanal hatin rast kirin ku ew jî berî 50 salî bû.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:14 0:00

XS
SM
MD
LG