Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Îsa: Leşkerên Sûrî li Kobanê li 3 Xalan Belav Dibin


Siyasetvan û Endamê Komîta Navîn Ya Partîya Demokrata Kurdên Sûriyê Gelo Îsa di daxûyaniyek taybet de bo Dengê Amerîka got "Niha leşekê Sûriyê derbazî bajarê Kobanê bû, ewê li 3 xalên bajêr belav bibe yek ji wan deriyê Kobanê – Mûrşida Pinar û yek ji li rojavayê Kobanê yê din li rojhilatê bajêr belav bibe".

Gelo Îsa Endamê Komîta Navîn Ya Partîya Demokrata Kurdên Sûriyê
Gelo Îsa Endamê Komîta Navîn Ya Partîya Demokrata Kurdên Sûriyê


Îsa dibêje, gel pêşwaziya wan kir ev pêngava neçariyê bû, da ku xelkê me bihê parastin. Îsa dibêje em bi hatina leşker Sûrî bo nava Kobanê ne şanazin lê ev yek ji neçarî me qebûl kir, jiber ku bi hewlidan û têkoşînek mezin berî çend salan berê me rejîma Sûrî ji Kobanê derxistbû.

Îsa dibêje lê weke Mezlûm Ebdî fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê got bû parastina gelê me gelek giringe.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:49 0:00


XS
SM
MD
LG