Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştvanên Kobanê ji Biryara Buhakirina Şewitê Nerazî Ne


Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ji bîragiştî re ragihand ku buhayê cûreyên çewitê (sotemenî) % 300 bilind bû.

Hin rûniştvanên herêmê ji vê buhabûnê ne razî ne û daxwaza pûçkirina wê biryarê dikin jiber ku rewşa gel ji berê de xirab e.

Rûniştvanê bi navê Bavê Abdo dibêje ku ger biryar were meşandin wê alozîyeke mezin derkeve holê.

“Herêma me dorpêckirî ye û pêdivî pir ji derva nên û taybetî berhemên çandinê, lê buhabûna sotemenî bandoreke xirab li me dike û êdî kes nikare çandinîyê bike.”

Hêjayî gotinê ye ku berî biryara buhabûnê li herêmên Rêvebirîya Xweser alozîya kêmbûna sotemenî hebû, lê jiner erzanbûna wê zêde acizbûn tunebû.

Lê, niha piştî bilindkirina buhayê wê, tevî ku sotemenî pir bê jî, nerazîbûna gel jî pirtir bûye.

MB_05_18_2021_Buhabûna_Şewitê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

.

XS
SM
MD
LG