Li Sûrîyê ji dema ragihandina toleya Qanûna Qeyser di Tebaxa 2020'an de krîza aborî hîn girantir bûye.
Nirxê dirava Sûrîyê piştî ragihandina toleyan bi rengekî rekorî daketiye.
Gelê Kobanê jî bi sedema alozîya aborî rûbirûyê xizanîyeke mezin e û nikane pedîvîyên xwe yên bingehîn yên rojane ji bazarê bikire
Di demên dawî de piranîya Kobanîyan jiber buhabûna xwarinê nerazîbûn û fîkarên xwe dîyar dikin.
Tevî ku Kobanê herêmeke çandinê ye jî ew dibejin ku lê dîsa hêdî jiber bilindbûna buhayên keskatîyê nikanin bikirin.
Rûniştvanên Kobanê didin zanîn ku êdî jibo çekirina xwarineke normal ya herî erzan hêza wan ya kirînê nemaye.
Welatî firoşkaran jiber ku ew buhayên keskatîyê li gor bilindbûna nirxa dolar destntîşan dikin, rexne û tawanbar dikin.
rûniştvanê Kobanê Mahmûd Osman dibêje ku firoşkar li gor dilê xwe buhayê tiştan bilind dkin.
“Nirxê dolar ne rêkûpêk e, carna dadikeve û carnan radibe û firoşkar her yek nirxan li cem xwe ve buha dikin, ” Osman got.
Hevdem, ew ji Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê daxwaz dikin ku çavdêrî û kontrola buhayên li bazaran bikin.
Rûniştvanên Kobanê dîyar dikin ku buhayên pêdevîyan li gor dahatên wan deh qat zêde ne.
Ji alîyê din firoşkar jî jiber bihabûna xwarin û keskatîyê rexne û nerazîbûnên xwe tînin ziman.
Ew radigihînin ku wan di ev pêyvajoya bilindbûna nirxê dolara Amerîkî de, rojane zararên aborî yên mezin dîtin.
Firoşkar dibejin ku gel nikane xwarinê bikire û bi demê keskatî xira dibe, têk diçe.
Hem firoşkar hem jî welatî daxwaz dikin ku li herêmên Rêvebirîya Xweser kirîn, firotin û hemû şewazên bazirganîyê bi dolara Amerîkî were kirin da ku rewşa aborîya civakî rast be.
Firoşkar Ramazan Hiso ji daxwaz dike ku bazirganî bi dolar were kirin.
“Li bazaran ti kiv û tevger tune ye, ne kes dikire û ne jî difroşe. Em dixwazin ku kirîn û firotina me bi dolar be ku em zararê nekin , “ Hiso got.
Nirxê 1 dolara Amerîkî 3200 lîrayên Sûrî derbaz kiriye ku kirîn û firotina li bazaran pirtir kêm dike.