Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Karantîna Giştî Pêketinên Korona li Kobanê Kêmtir Dibin


Kobanê di dema karantîna korona de
Kobanê di dema karantîna korona de

Bi dawîbûna qedexeya giştî ya derketina kolanan li Kobanê,doktorên herêmê piştrast dikin belavbûna vîrusa korona hindiktir bûye û encamên erênî derketine.

Dr. Alî Şahîn, berdevkê komîteya têkoşîna dijî COVID-19 ji Dengê Amerîka re got ku hejmara nexweşên bi korona kêmtir bûne û herwiha rêjaya mirinê jî tune bûye.

Dr. Şahîn pêşnîyar dike ku biryara qedexeyê berdewam bike.

Ji alîyê xwe ve Rêvebirîya herêma Firatê dide zanîn ku ewê jibo dirêjkirina qedexekirinê bi navenda krîzê re gotûbêj bikin û biryarên li gor bercewandîya gel wergirin

Mihemed Şahîn, hevserokê herêma Firatê û endamê navenda krîzê rewşa heyî ji Dengê Amerîka nirxand.

“Emê nêzî hefteyekê derfetê bidin gel ku pêdivîyên xwe peyda bike û piştra jî careke din dê qedexekirineke giştî li dar xin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku biryara qedexekirina giştî li herêma Firatê jîyan li herêmê rawestandibû û bandoreke neyênî li aboroya civakê kiribû û lê rûniştvan spasîya xwe dikin ku ew biryar mirin ji wan dûr xist.

MB_11_23_2020_Encamên_Karantînê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00

XS
SM
MD
LG