Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Biryara Lêborînê 19 Girtî li Kobanê Hatin Berdan


Piştî biryara lêborînê ya Rêvebirîya Xweser, asayîşa herêma Kobanê 19 girtî berdan ku girêdana wan bi DAIŞ'ê hebû.

Biryara efûkirinê ser daxwaza Meclîsa Sûrî ya Demokratîk (MSD) hate dayîn û pêşbîn e ku hejmareke din jî ji girtîyên ku hîn nehatine dadgeh kirin jî werin berdan.

Li gor berpirsên têkîlîyan yên Rêvebirîya Xweser ew girtiyên ku hatin berdan, di kuştina hemwelatîyan de cîh negirtine û herwiha nîva cezayên xwe qedandine.

Piranîya kesên ku hatine berdan ji bajarokê Sirînê bûn ku dikeve başûrê Kobanê. Ew girtî ji alîyê malbatên xwe û rihsipîyên civakî hatin pêşwazî kirin.

Rihsipîyên civakî û serokên eşîran, ku di heman demê de bûn kefîl ku ew kes bikanin vegerin civakê û ji ramanên terorê dûr bikevin.

Hêjayî balkişandinê ye ku berdana wan kesan ne bi razîbûne gelê deverê ye, taybetî jî malbatên ku êş û azar ji destê DAIŞ'ê dîtine ji biryarê aciz in.

Lê Rêvebeirîya Xweser piştrast dike ku berdane wan jibo hêzkirina têkîlîyan bi hemî pêkhatiyên civakê re ye û ku dever bikane di nava aramîyê de bijî.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG