Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kobanê Kêmahîya Dermanan Jîyana Nexweşan Dijwar Dike


Li herêma Kobanê rewşa tendirustîyê piştî qanûna Sîzer û bilindbûna nirxê dolarê Amerîkî pir dijwar bûye.

Li bazarê di serî de dermanên nexwşîya dil, gelek cûre derman nayên dîtin.

Dermanfiroş didine zanîn ku gelek kargehên çêkirina dermên li Sûrîyê rawestîne û yên mane jî roj bi roj nirxê dermanên xwe bilind dikin.

Dîsa, heta ku derman digihejin Kobanê gelek lêçûnên veguhastinê û bacên gumrukê li buhayê dermanan zêde dibin û ew jî bêguman barê nexweşên li Kobanê girantir dike.

Heyîva Sor a Kurd metirsiyên xwe ji negihîştina cûreyên derman yên ji bo nexweşiyên giran dîyar dike û bal dikşîe ku ew neçar mane ku dawî li derzîkirina zarokan bînin.

Heyîva Sor dibêje ku pêdivî ye rêxistinin saxlemî yên cîhanî di zûtirîn demê de alîkarî pêşkêsî bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:19 0:00

XS
SM
MD
LG