Roja Çarşemê saet 3 piştî nîvro li Kobanê otombîleke li ber avahîya Sazîya Dadwerîyê bi rêya dronekê hat armanc kirin.
Di êrîşê de 2 sivîl jîyana xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn ku di nava wan de hevserokê Sazîya Adaletê e Bekir Cerada jî heye.
Azad Abdî, endamê rêvebirîya sazîya Adaletê ya herêma Firatê Tirkîyê bi vê êrîşê tawanbar dike û dibêje ku ne cara yekê ye Tirkîye êrîşên bi vî rengî pêk tîne.
“Rêketinên agirbestê hene lê mixabin Tirkîye wana binpê dike. Divê civaka navnetewî bê deng nemîne û Amerîka û Rûsya jî bi erka xwe rabin û gelê herêmê biparêzin.”
Piştî şerê Girêsipî û Serêkanîyê hêzên Amerîkî ji herêmê vekişîbûn û hêzên Rûsî wek garantora agirbestê derbazî herêmê bûbûn.
Tevî wê yekê jî êrîşên bi vî awayî nasekinin, û dem bi dem endamên Rêvebirîya Xweser bi rêya dronan tên armac kirin.