Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevka HDP’ê Gunay Kobanê Serfirazî û Têkoşîna Hevbeş ya Kurdan û Dostên Wan E


DAIŞ’ê şeş sal berê di 13 Cotmehê de êrîş biribû ser Kobanê û her derê wê dorpêç kiribû. Di 1’ê Mijdarê de ev êrîşa DAIŞ’ê bi berxwedaneke mezin hatibû şikandin û bazar hatibû azad kirin.

Berdevka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Ebru Gunay ser salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanîyek da û got ku ev roj li cîhanê roja vegerandina mirovahîyê ye.

“Ew roja dîrokî Ji niha ve li Kurdan û dostên Kurdan pîroz be. Kobanê dijî tarîtîya DAIŞ’ê ronahî, serfirazî û têkoşîna hevbeş ya Kurdan û dostên wan e.”

Gunayê bi berdewamî got ku tenê yekîtîya Kurdan dikare li Rojhilata Navîn dê çereserîyê çêke:

“Hem li Rojava, hem li Başûr û hem jî li Bakur ji her demê zêdetir pêwîstîya Kurdan bi yekîtîyê heye. Heke Kurd bibin yek feydeya wê ne tenê ji Kurdan re, lê herwiha jibo Rojhilata Navîn jî hebe.”

Gunayê dîyar kir ku ew wek HDP’ê amade ne ku jibo yekîtîya Kurdan her karê ku bikeve ser milê wan bi cîh bînin.

ED_30_10_2020_E_Gunay_Kobanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG