Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kobanê Tirsa Vegera Korona Dîsa Bilind Dibe


Piştî kêmbûna hejmara bûyerên pêketina korona li herêma Kobanê çalakîyên qedexekirinê der ketin û çûn û hatinê hatin sivik kirin.

Lê doktorên Kobanê tirsên xwe ji vegera nexweşîyê ya bi awayekî hêztir tînin ziman jiber ku di rojên dawîyê de hejmara tûşbûyan bilind dibe.

Berdevkê komîteya zanistî ya korona Dr. Alî Şehîn dibêje ku korona cereke din vedigere. Ew pêşbînî dike ku di 10 rojên were de bigiheje asteke bilind.

Doktorên Kobanê bal dikşînin ku kanînên bijişkî li herêmê pir kêm in û derzîkirina dijî COVID-19 hîn neghîştiye wan.

Ew ji Rêvebirîya Xweser daxaz dikin ku biryarekê jibo karantîneke giştî derxîne ku rê li ber belavbûna korona bigire.

Li gor navenda karantînê li herêma Kobanê 617 pêketîyên korona hatine tomar kirin û ji wan 535 kes hatin derman kirin û 52 kes jî mirine.

MB_1_19_2020 Rewşa_Dawî_Korona
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG