Rêvebirîya Bakûr û Rojhilata Sûrîyê dawî li biryara qedexeya dijî korona li Kobanê anî.
Lê, doktorên Kobanê nerazîbûna xwe li hember biryara Rêvebirîya Bakûr û Rojhilata Sûrîyê ya dawîkirina qedexeyê dîyar dikin û bal dikşînin ku hîn metirsîya belavbûna vîrûsê heye.
Dr. Mihemed Şahîn dibêje ku hîn rojane bûyerên tûşbûna vîrûsa korona heya û ev biryar ne di cîh de ye.
Şahîn bang li rêvebirîyê dike li biryarê vegere da ku belavbûna vîrûsê nedome.
Ji alîyê xwe ve rûniştvanên Kobanê vê biryarê erênî dibînin û bal dikşînin ku qedexe bandorê li aborîya herêmê dike û taybetî bi bilindbûna nirxê dolara Amerîkî, lawazbûna tevgera bazirganîyê û kêmbûna derfetên kar rewşa wan xirabtir bûye.
Çalakvanên herêmê ji pêdivîya parastina domdar ji COVID-19 dubare dikin û dixwazin ku rêvebirî giranî bide ser tedbîrên pêşîgir.
Rojnamevan Ala Sadûn ji Dengê Amerîka re got ku biryar jibo aborîya civakî baş e, lê dibe hin biryarên nû werin danîn ku belavbûna vîrûsê sînor bike.
Hêjayî balkişandinê ye ku li gor Navenda Karantînê li herêma Kobanê heta niha 617 bi korona ketine û ji wan 535 kes hatin derman kirin.
Heta niha 52 kes ji nexweşîya COVID-19 mirine ku ji wan 47 kes li navendê û 5 kesên din jî li nexweşxaneyên koça dawî kirine.