Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şênîyên Gundên Sînorî li Kobanê di Nav Metirsîyê de Dijîn


Gundê Kirbinan ser sînorê Kobanê
Gundê Kirbinan ser sînorê Kobanê

Şênîyê gundên sînorî li Kobanê ji ber gef û gurên Tirkîyê dijî Rojava di nava tirs û fikaran de dijîn.

Li gundê Girbenavê yê rojhilata Kobanê, gundî li bakur û rojhilata xwe bi guman dinêrin anku li sînorê Tirkîyê û deverên Girêsipî ku ketine destê çekdarên tundrê.

Dor rewşa ew tê de dijîn Narîn Ebdilrezaq ji me re axivî:

“Roja me bi tirs derbaz dibe, em nikanin ti karî bikin, çi deng were zarokên me ditirsin, dengê top û baleforan tê”.

Ji ber gefa li ser herêmê gundî li malên xwe ranazin, ew ditirsin çekdarên tundrê û şaneyên razayî ji alîyê sînorê Tirkîyê ve derbaz bibin, loma bi şevê re mêr û ciwan derdikevin nobetdarîyê da ku gund biparêzin, zarok û jin û kal jî li qirajan dimînin li gor apê Nebo şîrove dike.

“Piştî êrîşa Tirkîyê bi şevê em li male xew nakin, lê bi roj em vedigerin, sînor tenê 200 metr ji me dûr e, em hesab dikin DAIŞ sînor derbaz bike”.

Rewşa metirsîdar li gundên sînor bandora xwe li jîyana gel hiştîye, kar û çandin bi hêsanî nayên kirin.

Gundîyê bi navê Nedîm Osman bi dilekî sar tovê berdide zevîyê xwe lê hêvîya wî heye berhema xwe biçine.

Osman bîra xwe wiha parve dike: “Vê sibê çend gule bi ser gund re berdan herwiha dîmen dikşandin, ez niha zevîyê xwe diçînime lê em nizain çi li pêşiya me ye”.

Tevî ragihandina Soçî ku hêzên Rûsî û Hêzên Parastina sînor li Kobanî têne belav kirin, ku bi armanca rêgirtinê li hember Tirkîyê ev gav pêk hatiye, lê tirsa şênîyê gundên sînor heye Tirkîyê pê pabend nebe.

NR_30_10_2019_Gundên_Sînorî_Kobanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00


XS
SM
MD
LG