Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kobanê Sala Xwendinê bi Pirsgirêkan Destpê Dike


Li herêma Firatê sala nû ya xwendinê destpê kir, lê malbatên xizan û feqîr gazincan dikin ku ew nikanin pêdivîyên zarokên xwe bikirin.

Cîhan dayikeke ji Kobanê ye, 7 zarokên wê diherin dibîstanê. “Mîna her sal min serdana bazara bajêr kir ku j bo zarokên xwe pêdivîyên dibîstanê bikirim, lê jiber bilindbûna nirxê tiştan dest boş vegerîm mala xwe.”

Ji alîyê xwe ve xwedîyên nivîsgehin firotana qirtasîya gilî û gazincan ji nebûna tevgera firotanê di vê werzê de dikin û dibêjin ku gel nikare kirînê bike.

Pispir bal dikşînin ku jiber bilindbûna nirxê dolara Amerîkî kelûpelên dibîstanê pir biha bûne, herwiha piranîya dahata gelê deverê bi lîraya Sûrî ye, loma hêza wan ya kirînê hindiktir bûye.

Li gor rêvebirîya dibistanên Kobanê 53 hezar şagirt di vê demsalê de wê herin 493 dibistanan û bo her şagirtekî nêzî 15 dolar hewce ye ku pêdivîyên dibîstanê peyda bibin.

Rêvebirî dide zanîn ku li gor hejmara şagirtan 800 hazar dolarên Amerîkî hewce ne ku pêdivîyên wan bi cîh bibin û jibo devereke mîna Kobanê ku di şer û koçberî de dijî, 800 hezar dolar pereyekî ne hindik e.

MB_09_30_2020_Dibistan_Buhabûn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:07 0:00

XS
SM
MD
LG