Ofîsa parastina zarokan li herêma Firatê 2 zarokên keç yên temenbiçûk, ku tev li hêzên leşkerî bibûn, radestî malbatên wan kirin.
Seroka ofîsê Mizgîn Şêx Nebî ji Dengê Amerîka re got ku vegerandina her du zarokan encama havkarîyekê di navbera wan û encûmana leşkerî ya Kobanê û HSD’ê de pêk hat.
Wê dîyar kir ku ewê jibo wan her du zarokan piştgirîya derûnî pêşkêş bikin.
Her du qîzên bi navê Jînda Mihêdîn û Sîlva Cimheran 15 û 16 salî ne û berî mehekê beşdarî hêzên leşkerî bûne.
Bavê Jînda, Xalid Mihêdîn ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku keça wî vegerî malê. “Ez hêvî dikim ku Ofîsa Parastina Zarokan hemî zarokan vegerîne jiber ku cîhê zarokan dibistan e.”
Tê zanîn ku ofîsa Parastina Zarokan li herêma Firatê li gorî rêbazên Fermandarîya Giştî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hate damezirandin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku HSD’ê bi Ofîsa Parastina Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî re peymanek îmza kiribû ku armanc dike ku nehêle zarok tev li şerên çekdarî bibin.