Parlamanterên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ji X’ê hestên xwe yên ser salvegera 9’an ya rizgarkirina Kobanê ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) nivîsîn.
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan dîyar kir ku rizgarkirina Kobanê rûpele nû vekiriye.
‘’26'ê Çileyê 2015, 3 kêm 10 deqe Kobanê rizgar bû. Di dîroka mirovahiyê de rûpeleke ronî vebû. Ez çeleng û lehengên Kobanê bi rêzdarî bi bîr tînim.’’ Bakirhan nivîsî.
Hevseroka DEM Partî Tulay Hatîmogullari jî bi peyameke bi Erebî dîyar kir ku rizgarkirina Kobanê rûpeleke nû vekiriye û got ku ew qehremanên wir bi rêzdarî bi bîr tîne.
Parlamantera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bi bîr xist ku têkçûna DAIŞ’ê bi serketina Kobanê destpê kiriye.
Sayyîgît dîyar kir ku Kobanê bûye warê serfirazîya miorvahîyê û got ku ew kesên jibo azadîyê canên xwe dane bi rêzdarî bi bîr tîne.
DEM Partî jî ji hesabê X’ê rizgarkirinê Kobanê bi Kurdî û Tirkî pîroz kir.
‘’9. salvegera rizgarkirina Kobanê li gelê Kurd û li gelên temamê cîhanê pîroz be. Li Kobanê bi pêşengiya jinan dîrokek hat nivîsîn û ev destana azadiyê ji bo hemû mirovahiyê bû hêvî. Silav li Kobanê’’
Jêder: X