Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mehmûd Qadir: Gîhandina Dengê Xelkê Erkê Serekîye Ji Ragîhandinê Re


Di nav rewşa aloz û dijawar de li herêmên Kurdî li Sûriyê, bi dehan sazî û navendên ragîhandê û Radyo hatine damezrandin, li Cezîrê, Kobanê û Efrînê û bi awyekî erînê karê xwe berdewam dikin.

Di derbarî rola ragîhandinê û bi taybetî navendên Radyoyên FM li bajarên Kurdî li Sûriyê, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Mehmûd Qadir re, damezrînerê Radiyo CAN FM li Kobanê kir, da hin rewşa xebat û çalakiyên xwe şîrove bike.

Birêz Mehmûd dibêje: Damezrandina navendên ragîhandinê û bi taybetî Radyoyên FM li herêmên Kurdî, rolek pirr baş lîst, ji ber rojane bi xelkê re pêwendiyan ava dikin, û karîbûn cihên xwe di nav wan de bigirin.

Bo Radyo CAN FM jî, wî got ku, ew pêtir balê dikşîne ser çanda civakî li Kobanê û hin bernameyên tenduristî, çandî di weşîne, ji bo nûjinkirina çanda civaka Kobanê.

Di heman demê de jî birêz Mehmûd, bal kişand li ser xebatên hin navnedên din, mîna Radyo ARTA FM, WELAT FM û hinî di, ku di çend salên dawî de di nav gel de rolek baş lîstin.

Hevpeyvîna Mehmûd Qadir-5-8-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:41 0:00

XS
SM
MD
LG