Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşa Tirkiyê Rewşa Kobanê Çawa Ye?


Kobani
Kobani

Êvarîya roja Çarşemê demjimêr nêzî 4:00î êvarî êrîşa Tirkiyê bi firoke û topan bo ser herêma bakur û rojhilatê Sûriyê pêkhat.

Raportên ji herêmê dan zanîn ku êrîşên destpêkê li dijî herêma Grêspî û Serêkaniyê pêkhatine û şûn de li herêma Qamîşlo hin êrîş çêbûne.

Bajarê Kobanê yek ji wan bajêrên bakur û rojhilatê Sûriyê bû yên ku şerên dijwar li dijî Dewleta Îslamê DAIŞê pêkhatbûn û çekdarên DAIŞ'ê ji wî bajarê hatbû derkirin.

Çeleng Omer
Çeleng Omer


Çeleng Omer lêkolînvan û Çavdêrê Siyasê ji nava bajarê Kobanê derbarê rewşa nih ya li herêma Kobanê bo Dengê Amerîka "VOA" axivî û da zanîn ku rewş li Kobanê heta niha arame û êrîşek bo ser Kobanê pêk nehatîye, lê gelê herêmê bi şêwekê neyînî li helwesta Amerîka dinêrin û gel dibêje"Amerîka xiyanet li me kir، me gelek zarokên xwe di şerê li dij DAIŞê de hinda kirin û îro Amerîka pişta xwe dide Kurdan."

Çeleng Omer dîsan dide zanîn ku hêvîyek hebû ku Amerîka rê nede Tikiye firokan li dijî herêmê bikar bîne, lê niha firokên Tirkiyê êrîş dikin ev jî bûye sedema nerihetîya Kurdan li Sûriyê.

Herwiha dibêje hatin û çûna nava bajêr kêm bûye û av û elektirîk û xizmetkarî weke xwe ne baş in.

Derbarê ziyanên giyanî yên di dema êrîşan de Omer dibêje, heta niha hejmara qurbaniyên nayê zanîn.

Çelend dibêje, heta li herêmên vê dawiyê, yên weke Raqqa û Tabqa bi saya Hêzên Sûriya Demokrat hatine rizgar kirin valahîyek ewlekarîyê çê bibe dê şaneyên nivistî yên DAIŞê derkevin.

Çeleng Omer 09 10 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:48 0:00


XS
SM
MD
LG