Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nabo: Em li Kantona Kobanê Girîngîyeke Mezin Didin Zimanê Kurdî


Xwendkarên ferbûna zimanê Kurdî li Kobanê
Xwendkarên ferbûna zimanê Kurdî li Kobanê

21’ê Sîbatê li cîhanê wekî ”Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” tê pîroz kirin.

Kurd jî bi gelek panel, konferans û xebatên din yên ser zimên, vê rojê pîroz dikin.

Li Kurdistana Sûrîyê ku Kurd xwe xwe rêve dibin, bi gelek çalakî û programan vê rojê pîroz dikin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, endamê Rêvebirîya Zimanê Kurd ya Kantona Kobanê Mislim Nabo ser rewşa zimanê Kurdî li Kantona Kobanê dipeyîve.

Birêz Nabo dibêje, ew wek Kantona Kobanê pir girîngî didin zimanê Kurdî û xebatên wan didomin ku li xwendingeha perwerdeya bi Kurdî pêşkêş bikin.

"Qonaxa yekê ya xebatên me ew bû ku em mamostêyên zimanê Kurdî amade bikin. Ew serketî qedîya. Niha, em di qonaxa duyê de ne em dest bi lêkolînên ser zimanê Kurdî bikin."

Nabo bang li sazî û enstîtuyên zimanê Kurdî dike ku di warê pirtûk, CD û materyalên din de alîkarîya wan bikin.


please wait

No media source currently available

0:00 0:06:46 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG