Lînkên eksesibilîtî

Nivîskar Salih Cefer: Divê Herkes Piştgirîya Kobanê Bike


cieanên li Efrînî piştgirî didin Kobanê
Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de nivîskar Salih Cefer êrîşên dijî herêma Kobanê dinirxîne û sedemên wn êrîşan şîrove dike.

Birêz Cefer dibêje, destketîyên Kurdan hîn derdoran eciz dike û ji çavnebarîyên xwe êrîşî herêman Kurdan dikin.

"Kobanê herêma yekê bû ku hatibû rizgar kirin û ew herêm bi xwe piranî ji Kurdan pêk tê. Kesên ku ji rewşa aram ya Kurdan eciz in dixwazin rewşa heyî tevlihev bikin. Loma jî êrîşên hovane li ser Kobanê dikin."

Cefer bal dikşîne ser rewşa krîtîk û bang li hemî partîyan dike ku hesabên biçûk bidin alîyekî û Kobanê hember êrîşan biparêzin.
XS
SM
MD
LG