Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enwer Mislim: Divê Hêzên Cîhanê Alîkarîya Kobanê Bikin


Şervanên YPG li Kobanê
Şervanên YPG li Kobanê

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de, Serokê Desteya Rêvebir yê Kantona Kobanê Enwer Mislim li ser rewşa Kobanê û êrîşên giran yên DAÎŞ agahîyên girîng dide.

Mislim dibêje, DAÎŞ êrîşa herî mezin ya heta niha dike û dixwaze Qirkirina Şengalê li Kobanê jî dubare bike.

“Çawa li Şengalê mirovan kuştin, jinên Êzîdî revandin, vê carê jî dixwaze heman tişt li Kobanê bike.”

Mislim rexne li hêzên cîhanî digire ku tenê bi gotinan xwe mijûl dikin û gavên berbiçav li dijî DAÎŞ navêjin.

“Yên ku li Parîsê konferansa çêdikin û koalîsyoneke dijî tunekirina DAÎŞ ava dikin, bila alîkarîya me bikin. Tevî ku YPG bi lehengî li berxwe dide jî jiber ku bi çekên pêşketî êrîşî me dikin, em zehmetî dikşînin.”

Enwer Mislim herwiha bang li Kurdan dike ku di vê rewşa dijwar de Kobanê tenê nehêlin.

“Ez bang li qîz û lawên Bakur dikim bi Kobanê re bin. Herwiha bang li birayên me li Herêma Kurdistanê dikim ku ligel Kobanê bin jiber ku Kobanê şerefa hemî Kurdan e.”

Enwer_Mislim_9_18_14_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:11:03 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG