Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Parastina Kobanê Hesen: Heta Yek ji Me Sax Bimîne Emê Kobanê Biparêzin


Şervanên YPG li Kobanê dijî DAÎŞ şer dikin
Şervanên YPG li Kobanê dijî DAÎŞ şer dikin

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de Wezîrê Parastina Kontona Kobanê Îsmet Şêx Hesen agahîyên pir girîng li ser rewşa krîtîk ya bajêr dide.

Birêz Hesen dibêje, DAÎŞ do şev êrîşeke pir mezin li ser Kobanê kir lê ew her kanîne bajar biparêzin.

"Em bi berxwedaneke dîrokî hewil didin ku rê li ber DAÎŞ bigirin lê çekên me sivik in. Mixabin bi kaleşnîkof û RPG em li hember çekên wna yên giran disekinin."

Hesen bang li Amerîka û koalîsyona dijî DAÎŞ dike ku êrîşên esmanî zêde bikin.

"DAÎŞ hîn negiheştiye bajar. Eger Amerîka bixwaze, dikane li qarargeh û çekên wan yên mezin xe jiber ku cîhê wan dîyar e."

Hesen dîyar dike ku heya yek kes li Kobanê bimîne ewê berxwedana xwe bidomînin.

"Ez bi malbata xwe re li Kobanê me. Du zarokên min li enîyê şer in. Hevalên me yên rêvebirîyê gî li vir in. Emê heta dawîyê berxwedana xwe bidomînin."

Îsmet_Şêx_Hesen_10_2_14_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:46 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG