Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayşe Efendî: Emê Heta Dawîyê li Kobanê Bimînin


Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Hevseroka Meclîsa Gel ya Kobanê Ayşe Efendî rewşa Kobanê dinirxîne û agahîyên herî dawî dide.

Birêz Efendî hîn raportên medyayê red dike ku DAÎŞ ketiye hindurê bajarê Kobanê.

"DAÎŞ neketiye nav Kobanê û nikane. Eger were nav Kobanê wê Kobanê ji wan re bibe goristan."

Efendî rexne li hêzên cîhanê dike ku êrîşên esmanî li ser DAÎŞê nakin.

"Bi dehan tankên DAÎŞ hene û herî pir jî ew zarar didine me. Eger ku bixwazin Amerîka û hêzên din dikanin bi rehetî li wan xin."

Sîyasetvana Kurd dîyar dike ku ewê heta dawîyê li Kobanê bimînin.

"Me soz daye şehîdan, gelê me û YPG ku heta dawî li vê derê bimînin û nerin cîhekî din."

Ayşe_Efendî_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:59 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG