Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Balî: Dibe ku Rojên Nêzîk de Pêşketinên Stratejîk li Kobanê Biqewimin


Dayikeke Aştî li ser sînor piştgirî dide Kurdên Kobanê Mijdar 3, 2014
Dayikeke Aştî li ser sînor piştgirî dide Kurdên Kobanê Mijdar 3, 2014

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de rojnamevan Mustafa Balî ku li Kobanê ye, agahîyên herî nû li ser rewşa bajêr dide.

Birêz Balî dibêje, şer ji çend alîyan dewam dike û YPG bi piştgirîya pêşmergeyan operasyonên xwe li dijî Dewleta Îslamî (DÎÎŞ) didomîne.

"Niha însîyatîfa şer di destê YPG de ye û pêşmergeyan jî bi çekên xwe yên giran êrîşên ser çeteyên DÎÎŞ didomînin. Ez wiha difirkim ku di rojên nêzîk de pêşketinên stratejîk pêk werin."

Balî daxuyanîyên Rifed Esed jî bu tundî rexne dike ku nerazbûna xwe li ser hatina pêşmergeyan dîyar kiribû.

"Careke din eşkere bû ku kesên mîna Esed, koalîsyona Sûrî û rejîma Beşar Esed li ser pirsa Kurdî wek hev difikrin û dijî mafê Kurdan in."

Mustafa_Balî_11_5_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:15 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG