Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Piranîya Kobanê Careke Din Dixin Bin Kontrola Xwe


Hêzên Kurd 70 ji sedê bajarê Kobanê xistin bin kontrola xwe, piştî ku wan karîbû şervanên Dewleta Îslamî (DÎ) neçar kirin ku paşve bikşînin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan îro Çarşemê ragihand ku şervanên YPG şeva Sêşemê serketinên girting li başûrê bajêr dest xistine.

Şervana YPG Pervîn
Şervana YPG Pervîn

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dide zanîn ku şervanên YPG niha navend û başûrê bajêr û herwiha piranîya hêla rojava ya seranser tixubê Tirkîyê kontrol dikin.

Kobanê bûye sembola şerê navbera Dewleta Îslamî û dijminên wê li Sûrîye û Îraqê. Bi sedan şervanên DÎ di meha Îlonê de êrş biribûn ser Kobanê û bajêr dorpeç kiribûn.

Hêjayî gotinê ye, koalîsyona bi pêşengîya Amerîka bi êrîşên esmanî destek dide hêzên Kurdan û hema hema her roj armancên DAÎŞ bomberan dike.

XS
SM
MD
LG