Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Avakirina Bajarê Kobanê Babeta Hello Washington Bû


Dîmenek ji Qada Azadî ya li Kobanê
Dîmenek ji Qada Azadî ya li Kobanê

Piştî ku bajarê Kobanê ji Dewleta Îslamî hate paqij kirin, niha rojeva Kurdan avakirina bajêr e ku bi awayekî giran wêran bûye.

Rêvebirîya Kantona Kobanê jibo vê armancê komîsyoneke taybet pêk anîye ku karên avakirinê rêve bibe.

Di bernameya taybet Hello Washington ya Dengê Amerîka de Xalid Berkêl, Cîgirê Serokê Desteya Rêvebir û Îbrahîm Ayhan, parlamenterê HDP yê bajarê Rûha beşdar bûn.

Di bernamê de herwiha, Serokê Desteya Tendirûstî Dr. Nahsan Ahmed, Serokê Desteya Perwerdê Hisên Mihemed Elî jî li ser xebatên desteyên xwe peyîvîn û li ser hewcedarîyên gel agahî dan.

Nûçegîhana me ya Amedê Xecîcan Farqîn ku demeke berê li Kobanê bû, nêrîn û çavdêrîyên xwe ligel guhdarên parve kirin.

Rojnamevan Omer Faruk Baran jî piştî çûyîna xwe Kobanê, li ser hestên xwe peyîvî.

HW_2_6_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:47:30 0:00

XS
SM
MD
LG