Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeyvîneke Taybet ligel Enwer Mislim Ser Rewşa Kobanê


Bajarê Kobanê rizgar bû, lê piranîya kêşeyên heyî hîn jî li benda çareserîyê ne.

Tevî ku gelek dewlet û rêxistinên navnetewî soza piştgirîya dabin jî, rêvebirên kantonê gazincan dikin ku heta niha zêde alîkarî ji wan re nehatiye.

Taybetî mayin û bombeyên ku DAÎŞ li pişt xwe hiştine xeterîyeke mezin li ser jîyana mirovan dikin û heta niha dora 80 kes jiber wan mayinan canê xwe hinda kirine.

Di hevpeyîna Dengê Amerîka de Serokwezîrê Kantona Kobanê, Enwer Mislim li ser rewşa bajêr û hewlên paqijkirina mayin û bombeyan agahîyên girîng dide.

Mislim bang li civata navnetewî dike ku demûdest alîkarîya wan bike ku ew bikanibin bajar ji wan bombe û mayinan paqij bikin û xizmeta rûniştvanên bajêr bikin.

"Heta niha ji Almanya, Amerîka û Danîmarka tîmên pispor hatine ku wan payinan paqij bikin, lê em hewceyî pirtir alîkarîyê ne."

Enwer_Mislim_4_10_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:27 0:00

XS
SM
MD
LG