Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Di Êrîşa Hêzên Tirk de 1 Kes li Kobanê Hat Kuştin, Dehan Kes Birîndar Bûn


Ajansa AP îro Înê ragihand ku di encama êrîşên hêzên Tirkîyê de 1 kes li Kobanê hate kuştin, 80 kesên din jî birînar bûn.

AP da zanîn ku hêzên Tirk bi gazên rondikrêj û ava şidyayî êrîşî xwepêşandarên Kurd kirine ku avakirina dîwara ser sînor protesto dikirin.

AP ji zarê karbidestê Kurd Dilxwaz Xelîl ragihand ku xortekî 17 salî hate kuştin û 80 kesên din jî birîndar bûn ku rewşa 7 ji wan xeter e.

Li gor ragihandina nûçegîhanê Dengê Amerîka yê Kobanê Mahmud Balî di encama xwepêşandina hemwelatîyên Kobanê de, li ber sînorê Tirkîyê 2 kes jîyana xwe ji dest dan, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Balî ragihand ku 8 ji birîndaran bi guleyên hêzên ewlekarî yên Tirkîyî hatine birîndar kirinû xwepêşandana ser sînor hîn jî didome.

Hêjayî gotine ye ku piştî ku Tirkîyê dest bi avakirina dîwara ser sînorê kiribû û hêzên wî welatî derbazî axa Kobanê bûbûn, hemwelatîyên wê herêmê herikîbûn ser tixub ku pêşî li artêşa Tirk bigirin.

Nûçegîhanê VOA Bûyerên Kobanê Zindî Ragihand
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:08 0:00

XS
SM
MD
LG