Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajar Û Gundewarên Kobanê Tên Topbaran Kirin


Bombebaran li Kobanê
Bombebaran li Kobanê

Roja 8 vê mehê bajar û gundewarên Kobanê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar yên girêdayî wê ve hatin topbaran kirin, di encam de 15 sivîl birîndar bûn û yekî jî jiyana xwe ji dest da .

Di vê topebaranê de 3 top li navenda bajarê Kobanê ketin di encam de 5 sivîl birîndar bûn, û hijmarek mezin ji topan li gundan ketin, wek gundê Cirin, Xan, Serzorî, Kopirlig û Qeremux ku li wî gundî zarokekî 4 salî bi giranî birîndar bû û milekî xwe ji dest da, herwiha ziyaneke mezin li malên xelkê bû.

Dewrêşê Hec Xelîl ji gundê Serzorî dibêje, ku xwedê ew û zarokên wî parastin ku li gor wî pêtirî ji 15 topan di nav gundê wan de ketin, û diyar dike ku di navber wan û eniya şer de nêzî 2 KM heye."

Dewrêş dipirsê ku gunehê vî xelkî cîya da ku zarokên wan di bin top û gulan de jiyan bikin, û diyar dike ku çend top li dora mala wî ketin û heger yek li malê keta wê ew û zarokên xwe mirî û birîndar bibûna.

Li xeta şer di navber Kobanê û Girêsipî de dem bi dem pevçûn rûdidin, û li gor xelkê wê deverê ku ew pevçûn kurtin û ne berferhin, lê vê carê topebaran giran bû û bê hesab gund armanc girtin.

Raporta Kobanê 09 01 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00


XS
SM
MD
LG