Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Balî: Li Rojhilata Kobanê Şerê Dijwar Heye


Şervana YPG ya bi navê Pervîn
Şervana YPG ya bi navê Pervîn

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de rojnamevan Mustafa Balî ku niha li Kobanê ye, agahîyên herî nû li ser rewşa bajêr dide.

Birêz Balî dibêje, ew çend roj in Dewleta Îslamî bi hêzeke mezin û sîlahên nû li hêla rojhilat dest bi operasyoneke nû kiriye.

"Çeteyên DAIŞ'ê endamên xwe bê moral ji Kobanê paşve kişandin û şûna wan gelek kesên nû anîn ku xwedîyê tecrubeya şerê nav bajaran in."

Balî bi bîr tîne ku li hember wê gava Dewleta Îslamî, şervanên YPG û YPJ ji tedbîrên xwe standine û gor wê xwe ji şer re amade dikin.

Rojnamevanê Kurd hîn raportên medyayî, ku dibêjin DAIŞ li Kobanê tunelên binerdê dikole, îhtîmaleke pêkan dibîne û zêde dike ku wan heta niha gelek rêbaz li hember Kurdan xebitandine.

Mustafa_Balî_12_18_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:09 0:00

XS
SM
MD
LG