Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kordînasyona Jinûve Avakirina Kobanê Ser Xebatên 6 Mehên Dawî Agahî Dan


Endamên Kordînasyona Giştî ya Jinûve Avakirina Kobanê
Endamên Kordînasyona Giştî ya Jinûve Avakirina Kobanê

Di 15’ê Cotmehê de Kordînasyona Giştî ya Jinûve Avakirina Kobanê civîna xwe ya giştî li Kantona Kobanê lidar xist û tê de nirxandin û encama karê xwe yê 6 mehên dawî dîyar kir.

Piştî ku civîna kordînasyonê bi dawî bû, encama civînê ji raya giştî re, di konferanseke çapemenîyê de hate ragihandin.

Di konferansê de endamê kordînasyonê Abdulrahman Hemo axifî û dîyar kir ku tevî rewşa Kobanê ya zehmet û kêmbûna derfetên, gavên pratîk hatin avêtin û jimareke avahî tên çêkirin.

“Karê jinûve avakirinê jiber kêmbûna alavên kar û rewşa aborî ya xerab bi awakî lewaz derbas dibe. Herwiha kêmbûna karkerên pispor di warê avakirinê de, Hemo sazî û dewletên navnetewî rexne kir soza xwe ya alîkarîyê bi cîh nayînin.”

Hulya Wîyan endama kordînasyonê ji bakurê Kurdistanê got ku piştî rizgarkirina Kobanê, wan kempeyna alîkarîya Kobanê destpê kir û gelek alîkarî hate kom kirin.

MB_10_16_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:22 0:00

XS
SM
MD
LG