Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Welat Omer: Em li Kobanê di Şertên Pir Dijwar de Dixebitin


Di vê demê de ku şerên pir dijwar li Kobanê didomin, gelek kesên sîvîl jî li bav bajêr di bin şertên dijwar de jîyana xwe didomînin.

Jiber tunebûna xwarin, vexwarin, elektrîk û tiştên bingehîn kesîn ku li nav bajêr mane pir zehmetî dibînin.

Di warê saxlemîyê de jî rewş xirab e û tenê 4 doktor û 4 jî alîkarên wan bi awayekî fêdekarî hewil didin ku xîzmeta sîvîl û şervanan bikin.

Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de Dr. Welat Omer ser rewşa de tendirusîttîya li Kobanê agahîyên girîng dide.

"Li Kobanê 3 nexweşxanê hebûn gîş hilweşîn. Ambulansên me hemî jî hatin ruxandin. Em di bin şertên pir zehmet de dixebitin."

Dr. Omer bal dikşîne ku kêmahîya derman û alavên bijişkî pir hene û ew nikanin hemî nexweşan tedawî bikin.

"Em bang li Kurdên cîhanê û rêxistinên tibbî dikin ku alîkarîya me bikin û dermanan ji me re bişînin."

Dr. Welat û hevkarên wî li Kobanê ne
Dr. Welat û hevkarên wî li Kobanê ne

Dr_Welat_Omer_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:28 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG