Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokên Kobanê Vedigerin Dibistanan


Li Kobanê sala xwendinê ya nû destpê kir. Li gor agahîyên nû 257 dibistanên li tevahîya Kantona Kobanê deriyên xwe ji 7 hezar şagirt re vekirin.

Ji 15 dibistanên ku li navenda bajarê Kobanê, 7 hatin vekirin jiber ku 8ên din di şer de hatin rûxandin û 250 dibistan jî li gundên Kobanê vebûn.

Mamoste Rîhab Ehmed, Cîgira Serokê Desteya Perwerdê li Kobanê, da zanîn ku li gorî materyalên nû wê şagirtên ji refa 1 ta refa 3’an perwerdeya bi zimanê Kurdî tenê bibînin. Ehmed got, di refa 4an de wê dersên bi Erebî û Îngîlîzî hebin.

Mamosteyê zimanê Kurdî Ednan Hesen dibêje, zarokên Kobanê tevî rewşa aloz û zehmet dixwazin vegerin dibistanê, lê metirsîya wan heye ku di pêşerojê de wê pejirandin bi bawernama ku ji dibistana bigirin hebê yan tine be.

Hesen bang li hemî sazîyên cîhanê kir ku serdana dibistanê Kobanê bikin û bi wan re bibin alîkar.

Mamoste Şevîn Miho jî dibêje ku şagirt pir bûne jiber ku zarok dixwazin fêrî zimanê Kurdî bibin û bi dîtina hevalên xwe ji ew rewşe şer û metirsîyê derkevin.

MB_10_5_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:21 0:00

XS
SM
MD
LG