Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enwer Mislim: Di Serketina Kobanê de Para Hemî Cîhanê Heye


Di hevpeyîna taybet ya Dengê Amerîka de Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Mislim rizgarkirina bajarê Kobanê dinirxîne û dibêje ew serkeftina hemî mirovahî ye.

"Qîz û lawên YPG piştî berxwedaneke ji çar mehan pirtir bajar ji DAIŞ paqij kirin û nîşanî cîhanê dan ku ew teror dikane were sekinandin.”

Mislim dîyar dike ku firokên esmanî yên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, komên Artêşa Azad û birayên wan yên pêşmerge di vê serkeftinê de xwedî par in.

Mislim bang li civata navnetewî dike ku di hewlên nûveavakirina bajarê Kobanê alîkarîya wan bikin.

"Li Kobane dora 40 otomobîlên bombeyî hatin peqandin û bi hezaran hawan li bajêr ketin. Jiber wê bajar bûye wêran û rê hemî girtî ne. Em bang li welatên cîhanê dikin ku alîkarîya gelê Kobanê bikin da ku bikanibin bizivirin cîh û warên xwe."

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:41 0:00

XS
SM
MD
LG