Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwanekî Din yê Alîkarîyê Digihêje Kobanîyê

Karwanekî nû yê alîkarîyan îro Pêncşemê gihîşte bajarê Kobanîyê li vê dema ku kirîza mirovî li bajêr berdewam dike.

Jêderên xwecihî ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku karwanekî ji 22 barhilgirên alîkarîyê gihişt bajarê Kobanîyê. Ev cara çaremîn e ku karwanên alîkarîyê derbasî Kobanîyê dibin.

"Tiştê balkêş vê carê ew e ku ji van 22 barhilgiran, 17 ji Kurdên Amedê hatibûn," rojnamevan Stêrê Çelo ji Kobanîyê ji Dengê Amerîka re got.

"Ev bûbû çend roj li ser sînor li bendê bûn ku alîkarîyê derbasî Kobanîyê bikin û rasterast wê pêşkêşî xelkê bikin, lê hikûmeta Tirkîyê rê nedida wan. Dawîya biryar hate standin ku ew alîkarî bi rêya Heyva Sor ya Kurdî derbas bibe," Çelo da zanîn.

Li gor rojnamevanê Kurd, di nav alîkarîyê de bêtir şîrê zarokan, ard û alîkarîyên serekî hene. Alîkarîya nû dê li ser malbatên derbider yên li Kobanîyê werin belavkirin.

Ji dema ku krîzê destpê kirî ve, derbider li 17 dibistan, yek mizgeft û yek nexweşxane li bajarê Kobanîyê di rewşeke dijwar de dijîn.

Li vê dema berdewamîya dorpêça Kobanîyê, Neteweyên Yekbûyî û karbidestên xwecihî dibêjin ku kêmbûna alîkarîyê û nebûna pêdivîyên serekî bûne sedema nexweşîyan li nav derbider û xelkê bajêr.

XS
SM
MD
LG