Rêvebirîya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kobanîyê dawîbûna dema pêşkêşkirina fîlman ji bo xola 7emîn ragihand.
Berdevka Fermî ya Festîvalê Bîter Elî ji Dengê Amerîkayê re got ku komîteya festîvalê Îsal 913 fîlm ji 102 welatên cîhanê wergirtine û ji nava wan 75 fîlm ji bo pêşwazîya fermî hatine hilbijartin.
Xanim Elî anî ziman ku “35 fîlm dê di Festîvalê de werin pêşandan da ku ji bo 8 xelatên sereke pêşbazîyê bikin.”
Di demekê de ku fîlmên Îranî û rojhilatî di xolên borî de li pêş bûn, Elî dibêje, îsal “ji ber rewşa niha ya herêmê hejmara wan fîlman kêm bû.
Wê got, “ îsal fîlmên Almanyayê di rêza yekem de beşdar in. Ji bilî wan jî, fîlmên welatên Îspanya, Îtalya, û Frensayê jî hene.”
Li gor Berdevka Festîvalê, di nava wan 8 xelatan de, dê xelata baştirîn fîlma Kurdî, baştirîn belgefîlm, baştirîn anîmasyon, û baştirîn ekter û sînaryo jî hebin.”
Rêvebirên Festîvala Kobanîyê dibêjin ku sala borê, Festîvalê di xola xwe ya 6an de li bajarê Bochum yê Almanyayê, 1,100 fîlm ji 127 welatan wergirtibûn.
Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Kobanîyê îsal di rojên 4,5, û 6ê Mijdarê li bajarê Gelsenkirchen ê Almanyayê tê lidarxistin.