Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kobanîyê di Encama Şewata Zindanê de 9 Kes Hatin Kuştin

Nexweşxaneya Kobanîyê piştî şewata zindana bajêr. 12'ê Îlonê, 2026. (Wêne: Ridwan Bêzar)
Nexweşxaneya Kobanîyê piştî şewata zindana bajêr. 12'ê Îlonê, 2026. (Wêne: Ridwan Bêzar)

Di encama şewatekê de îro Şemîyê li zindaneke bajarê Kobanîyê yê Rojava neh kes hatin kuştin û herî kêmî 17 kesên din birîndar bûn.

Peyamnêrê Dengê Amerîka li bajêr ragihand ku şewat derket holê piştî ku girtîyan agir pê xist wekî protestoyê li hember veguhestina wan bo zindana bajarê Helebê.

Bûyera şewatê çend demjimêran piştî vegera aramîyê bo Kobanîyê, li pey bûyer û xwepêşandanên li dijî kuştina leşkerekî Kurd li Hesekê, qewimî.

Dengê Amerîka çend caran peywendî ligel rêvebirîya ewlekarîyê li Kobanîyê kir, lê ti bersiv wernegirt.

Heta dema amadekirinê vê nûçeyê, ti daxuyanî ji alîyê hikûmeta demkî ya Sûrîyê nehatiye dayîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG