Di demekê de ku êrîşên hêzên Artêşa Erebî ya Sûrî li dijî deverên Kurdan berdewam dikin, rûniştvanên bajarê Kobanîyê dibêjin ku ew ji hawîdora bajêr ve hatine dorpêçkirin.
Rojnamevan Stêrê Çelo ji hundirê Kobanîyê ji Dengê Amerîka re got ku ev bûye çend roj elektrîk û av û înternet ji ser bajêr hatine birîn.
"Milet di tirsekê de dijî, ew nizane wê çi bike. Tiştekî zelal tuneye. Ji bilî elektrîk û avê, înternet jî hatiye birîn. Karesata mezin jî ev e, ji ber ku peywendî ligel Kobanîyê hatiye birîn. Niha ez li ser sînorê Tirkîyê me da ku înterneta Tirkîyê bikar bînin," Çelo got.
Di dema ku Kobanî ji hawîdor ve ji alîyên hêzên Artêşa Erebî ya Sûrî ve hatiye dorpêçkirin, xwarin û pêdivîyên serekî jî êdî kêm dibin.
"Xelk li vir daxwaza rawestandina şer dikin. Ew dixwazin aştîyeke mayînde çêbibe," rojnamevan Çelo da zanîn.
Tevî ragihandina agirbestekê roja Duşemê ji alîyê hikûmeta demkî ya Sûrî ve, êrîşên ser bajarên Rojava her berdewam dikin. Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dibêjin ku hêzên hikûmeta Sûrî herî kêm şeş caran li seranserê Kobanî û bajarên Cizîrê êrîş pêk anîne û agirbest binpê kirin. Şam jî dibêje ku HSD'ê agirbestê binpê dike.