Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Doza Kobanê de Biryara Dawî Wê Sibe Eşkere Nebe


Çavên raya giştî ya Kurdan li benda biryara roja Çarşemê 17 Nîsanê ya Doza Kobanê li Enqerê bûn, ku tevî hevserokên berê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag 18 jê girtî, 108 siyasetvanên Kurd ji 2016’an ve ,têne darizandin.

Lê, roja Sêşemê Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) û tîma parêzerên Demîrtaş û siyasetvanên Kurd dîyar kirin ku wê di runiştina sibe de, mîna ku dadgehê berê gotibû biryara dawîn yan hikmê wê sibe neyê dîyar kirin.

Hevberdevikê Komîsyona Mafên Mirov û Hiqûqê û Cîgirê Hevserokê DEM Partî Ozturk Turkdogan ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku tîma berevankaran hatiy agahdar kirin, ku wê sibe di 17’ê Nîsan de biryara dawîn neyê dayîn.

“ Wek tîma parêzên dozê, ji men re gotin ku wê sibe ne rûniştina dawîn be. Li gor ragihandina wan dadweran hîn lêkolîn û nirxandinên dawî temam nekirine û loma jî, tenê wê rewşa girtîbûna 18 kesên ku niha zindankirî ne, were nirxandin, “ Ozturk ji Dengê Amerîka re got.

Parlementer Turkdogan, da zanîn ku li gor qanûnên Tirkîyê, kes yan kesên ku têne darizandin, ger bêdayîna cazeyê girtî werin darizandin; pêwîste ku dadgeh her 30 rojan carekê rewşa girtîhiştina binirxîne ku wan kesan berde yan biryara girtîbûna wan nûve bike.

Turkdogan bal kişand ku tevî Demîrtaş, girtîhiştina 18 siyasetvanên Kurd herî dawî 29 roj berê hatibû nirxandin.“ Loma, bi qanûnî dadgeh mecbûr e ku sibe girtîhiştina wan jinûve binirxîne û biryareke nû eşkere bike, “ wî got.

Mahsunî Karaman
Mahsunî Karaman

Endamê tîma parastinê û parêzerê Demîrtaş, Mahsunî Karaman jî ragihand ku bi gelemperî runiştinên ser girtîhiştinan kin didomin.

“ Di doze me de 18 girtî hene. Em ne li bendê ne ku nirxandina ji rojekî zêdetir berdewam bike. Emê roja Çarşemê biryara dadgehê ya ser 18 kesên girtî fêr bibin, “ Karaman ji Dengê Amerîka re got.

Parêzer Karaman hevdem eşkere kir ku piranîya girtîyên doze wê beşdarî dadgehkirina sibe nebin û neaxifin, tevî Demîrtaş.

“Jixwe di runiştina 81’an de, hemûyan bi devkî û nivîskî parastinên xwe yên dawîn pêşkeş kiribûn. Loma ewê hînde ne axfin. Lê, emê wek parêzerên wan hazir bin û berdana wan bixwazin,“ wî got.

Li gor nûnerê DEM Partî, Turkdogan jî parêzer wê sibê li gor plansazîya berê beşdarî dadgehê bibin û carek din berdana tevahîya 18 girtiyên mayî, daxwaz bikin.

“Emê bi taybet rewşa girtîyên nexweş û herwiha Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê ya berê Gultan Kişanak û Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel destnîşan bikin,“ Turkdogan got.

Kişanak û Tuncel ji 2016'an û vir ve girtî ne. Girtîbûna wan 7 salan derbaz kirine ku li gor qanûnên Tirkîyê, bêyî cezakirinê dema herî zêde ya zındankirnê ye.

Parêzer Karaman jî bawer nake ku roja Çarşemê jibo ti kesî biryara berdan were dîyar kirin.

Hem Turkdogan hem jî Karaman destnîşan kirin ku ew sedema bingehîn ya îro ya dadgehê rasterast nizanîn û naxwazin texmînan bikin.

Lê, her du yan jî balkişandin ku Doza Kobanê bi giştî, di hemû waran de siyasî ye û di her biryareke dadgehê de bandora sîyastî egereke xurt e.

“Bendewarîya me ew e tevahîya hevalên me werin berdan û Tirkîye vegere ser rêgeha serwerîya hiqûqê. “

Hêjayî bîrxistinê ye ku, 26’ê Nîsana 2021’an de, li Dadgeha 22’ya Cezayê Giran ya Enqerê, Doza Kobanê destpêkir.

Di Doza Kobanê de, ser xwepêşandanên di 6-8ê Cotmeha 2014’an de li bajarên Kurdan yên Tirkîyê hatiye qewimîn jibo piştgîriya Kobanê ya di dema êrîşa çekdarên koma tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de.

Di xwepêşandanan de alozî zêde û belav bûbûn, piştî ku serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku “Kobanê ber bi têkçûyînê ye”.

Herî dawî jiber tundîya li kolanan bi dehan kes hatin kuştin, ku piranîya wan Kurdên ku alîgirên HDP'ê bûn.

Erdogan ji vê demê ve, Demîrtaş û siyasetvanên Kurd ku karbidestên HDP’ê bûn tawanbar dike, wek berpirsîyarên wan alozîyên kûjer.

Di Doza Kobanê 108 siyasetvan têne darizandin, bi tawanên mîna "talan", "kuştin", "şewitandina al", " birîndarkirina karmende dewletê bi çekan " û "têkdana yekitîya neteweyî û yekbûna welat." Ew rûbirûyê gelek cezayên giran yên girtigehê ne, tewra cezayê zîndankirina hetahetayê jî.

Demîrtaş; Yuksekdag, Kışanak û hemû kesên di Dozê de, tawanên dijî xwe red dikin û hevdem Dozê wek êrîşeke siyasî ya dijî HDP'ê û siyaseta gişt ya Kurdan bi nav dikin.

Parlementer Turkdogan çavereye ku dadgeha li Enqerê, wê roja çarşemê jibo biryara hûkmê ya Doza Kobanê rojek nû destnîşan bike ku ewê herî kêm 30 rojan şûnde be.

XS
SM
MD
LG