Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dorpêça Kobanîyê Hîn Berdewam e

Kobanî
Kobanî

Di demekê de ku hikûmeta demkî ya Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di nava proseya tevlêkirina HSD’ê bo nav hêzên hikûmeta Dîmeşqê de ne, bajarê Kobanîyê yê girêdayî parêzgeha Helebê rastî dorpêçekê dibe ku bandoreke mezin li jiyana rojane ya xelkê bajêr kiriye.

Ji 20 meha Çile ve, hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûrîyê derbasî gundewarên Kobanîyê bûne, bajar dorpêçkirine û di encamê de rewşa mirovî û tenduristî xerab bûye û xizmetên giştî bi awayekî tund kêm bûne.

Rojnamevan Stêrê Çello dibêje ku hêzên girêdayî hikûmetê hîn li gundewarên başûrê Kobanîyê, li derdora rêya M4 in, lê wan xalên vekolînê kêm kirine.

Çello, ku li Kobanîyê dimîne, ji Dengê Amerîka re, ji ser zimanê hin welatîyên ku derbasî Kobanîyê bûne, got ku” rûniştvanên başûrê rêya M4 ku dixwazin derbasî bakurê, anko alîyê Kobanîyê bibin, rê ji bo wan nayê dayîn.”

“Îro li gundê me Helicê şînek hebû, hin kesên ku dixwestin ji bo sersaxîyê werin gund derbas kirin û hinek derbas nekirin. Wêneyên wan digirin û agahîyên wan dişînin cihên û piştre biryarê didin yan berdin ya na,” wî got.

Ednan Bozan, endamê Encûmena Kurdî li Sûrîyê(ENKS), dibêje ev bû çend roj in, hin kelûpel di rêyên qaçax re derbasî bajêr dibin, lê bi buhayên giran in.

Bozan di peywendîyeke telefonî de ji Dengê Amerîka re got ku “hatina elektrîkê beşekî mezin ji pirsgirêkan çareser kir û niha krîza herî tund li bajêr sotemenî û înternêt in.”

Bozan bang li hikûmetê û her wiha HSD’ê dike ku “rêkeftina ku hatibû îmzekirin pêk bînin da ku dorpêç ji ser Kobanîyê rabe.”

Rûniştvan û rêxistinên civaka sivîl ji bo niha banga vekirina lezgîn a korîdorên mirovî ji bo derbaskirin xwarin û sotemenî û pêdiviyên pizîşkî dikin.

XS
SM
MD
LG