Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsmet Hesen: Divê Cîhan jibo Paqijkirina Bombeyên DAÎŞ Alîkarîya Me Bike


Mayin û bombeyên DAÎŞ xeterîyeke mezin li ser jîyana hemwelatîyên Kobanî dike

Di vê hevpeyvîna taybet de Wezîrê Parastina Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen balê dikşîne ser xeterîya mayin û bombeyên ku DAÎŞ li Kobanê danane, dike.

Hesen dibêje, li gelek gundan mayin û bombe li nav malan hatine veşartin û herî kêm 15 kes jiber wan hatine kuştin.

"Çeteyên DAIŞ ji gemarî sînor nas nakin. Di nav çanteya zarokan, nav tiştên malê yên wek çaydankan jî mayin û bombe danane da ku gelê sîvîl bikujin."

Hesen bang li dewletên mezin, sazîyên navnetewî û pisporan dike ku di warê paqijkirina wan mayin û bombeyan de alîkarîya wan bikin.

"Di rizgarkirina Kobanê de, di serî de Amerîka gelek kes ligel me sekinîn û piştgirî dane me. Em hêvî dikin ku niha jî werin alîkarîya me bikin jiber ku Kobane tenê nikane vî barî rake."

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:09:12 0:00

XS
SM
MD
LG