Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerîya Enqerê Dijî Biryarên Berdanên ji Doza Kobanê Serî li Dadgehê Xwist


Şaredara bajarê mezin ya Amedê ya berê Gultan Kişanak, ku di Doza Kobanê de doh dadgehê lê 12 sal cezayê girtîgehê birî, lê jiber dema girtî maye derbaz kiriye jixwe qasî cezayê wergirtîye b û, hat berdan.(Arşîv)
Şaredara bajarê mezin ya Amedê ya berê Gultan Kişanak, ku di Doza Kobanê de doh dadgehê lê 12 sal cezayê girtîgehê birî, lê jiber dema girtî maye derbaz kiriye jixwe qasî cezayê wergirtîye b û, hat berdan.(Arşîv)

Di doza Kobanê de, dozgerîyê dijî biryarên berdanê yên Dadgeha Cezayê Giran ya 22’yan ya Enqerê serlêdana pêdaçûne kir û daxwaza jinûve girtina wan pênc kesan kir.

Dadgeha Enqerê biryarên xwe yên dawî yên doza Kobanê do Pencşemê dîyar kir; ku 108 parlementerên berê,bajarvan, revebir û endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dihatindarizandin ku hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bûn.

Ew jiber çalakîyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an li heremên Kurdan û bajarên rojavayê Tirkîyê dihatin darizandin, dema ku koma tundrê Dewleta îslamî (DAIŞ) êrîşê bajarê Kobanê kiribû.

Ji 108 sîyasetvanên dihatain darizandin; 18 girtî, 18 bi tedbîrên kontrolê ne girtî û 72 jî fîrar anko qaçax bûn.

Dadgehê li 24 sîyasetvanan bi giştî 407 sal û 7 meh cezayê girtîgehê birî ku 42 sal jibo Demîrtaş û herwiha 30 sal û 3 meh jî jibo Yuksekdag in, dema ku jî biryara berdewamkirina girtîhiştinê ya jibo her du sîyasetvanan jî da.

Herwiha jibo 12 kesan jî biryara beratê hat dayîn ku tawanbarîyên hemberî van bi tevahî têne betal kirin û jibo 13 yên din biryara berdewamkirina girtîmayînê hat dayîn. Dosyayên 72 siyasetvanên firar jî hatin cuda kirin.

Lê hat ragihandin ku îro dozgerîyê dijî biryarên berdanê ji dadgehê re serlêdana pêdaçûnê kiriye.

Dozgerîyê serlêdana xwe de ji dadgehê, "Biryara berdana bersûcan ya ku hatiye dayîn jinûve were nirxandin û di derbarê her yekê wan de biryara girtinê ya cuda werin dayîn," daxwaz kiriye.

Piştî biryara dadgehê, şaredara bajarê mezin ya Amedê ya berê Gultan Kişanak, hevserokên berê yên HDP û DBP’ê Sebahat Tuncel, parlamentera berê ya HDP’ ê Ayla Akat Ata û herwiha siyasetvan Meryem Adîbelli û Ayşe Yagci do bi şev ji girtîgehê hatibûn berdan.

Jêder: Ajansa Mezopotamya, T24

XS
SM
MD
LG