Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberî bo Îspanya Hişyarîyê Dide


Rêxistina Navneteweyî ya Koçberî (IOM) ragihand ku ji destpêka 2018’an vir ve heta niha 631 koçberên Afrîqî yên ku hewildane xwe bigêhînin jîyana xwe ji dest dane.

IOM’ê da zanîn ku îsal hejmara koçberên ku jîyana xwe ji dest dane li gor ya par sê qat zêde ye û dîyar kir ku ew rewş fikaran çêdike.

Li gor daneyên IOM’ê, di meha Mijdarê de her roj bi qasî 120 koçberên ji welatên Afrîqa hatine derbazî Îspanya bûne.

Di meha Cotmehê de ew hejmar rojane 350 kes bû û rekor şikestibû.

Berdevkê IOM’ê Joel Millman di preskonferansa li Cenevrê de got ku ‘’Di van mehên salê de hejmara koçberên li rê dadikeve, lê ya Îspanya cûda ye’’

Millman dîyar kir ku koçber bi kelekên li gor şertên derya biçûk dimînin bi rê dikevin û bo jîyana wan metirsîyên mezin çêdibin.

Daneyên IOM’ê nîşan didin ku îsal heta niha 104,506 koçber bi rêkên derya derbazî Ewrupa bûn û 2075 kes di rêwîtîyê de jîyana xwe ji dest dan.

XS
SM
MD
LG