Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Destûr Nehat Dayîn ku Girtîyê Nexweş Koçer Ozdal bi Girseyî Were Binax Kirin


Koçer Ozdalê 62 salî ku 4 salan di girtîgehê de bû, jibber nexweşîya pençeşêrê jîyana xwe dest da.

Ozdal 19’ê Tîrmehê ve li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê dihat derman kirin.

Malbata wî dîyar kir ku Ozdal ji 24’ê Tebaxê ve bi temamê hişê xwe hinda kiribû û bi kelepçekirî dihat derman kirin.

Malbata Ozdal cenazeya wî ji Enqerê anî Mûşê, lê karwana cenazê piştî lêgerîna saetan gihişt bajarokê Gimgimê.

Karwana cenaze di ketina Gimgimê de ji alîyê polîsan ve hat rawestandin û hemû plakeyen maşîneyan yek bi yek hatin tomar kirin.

Pişti nîqaşa di navbera polîs û parlementeren HDP’ê de, karwan dîsa ber bi gundê Kêrsê ve bi rê ket, lê beriya bigeheje Kêrsê dîsa ji alîyê leşkeran ve hat sekinandin.

Leşkeran nehêla ku xeynî malbatê, ti kes beşdarî merasîma binaxkirinê bibin.

Parlamanterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarîsaç ku di nav karwanê de cîh digirt wiha agahî dan:

“Bi sedan nexweş li girtîgehan bê hiqûqî ten girtîn. Birêz Ozdal ji di nava van girtîyan de bû. Me xwest tev li şîna malbata wî bin, lê mixabin astengi derxistin.”

Hêjayî gotinê ye ku Ozdal di sala 2015'an de, bi kurê xwe Savci Ozdal re, bi îdîaya endambûna Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hate girtin û cezayê bi dirêjîya jînê li wan hate birîn.

Malbata wî got ku berî ketina girtîgehê ti nexweşîyên Ozdal tunebûn.

Arif Audio
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00

XS
SM
MD
LG