Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Avên Deryayî yên Yûnanistanê 12 Koçber Binav Bûn

Arşîv: Gemiya Koçberan li avên Yunaistanê
Arşîv: Gemiya Koçberan li avên Yunaistanê

Di du bûyerên cuda de li giravên Lesbos û Samos yên Yûnanistanê, 12 koçber, di nav wan de zarokekî şîrmij, di avên deryayî de jiyana xwe ji dest dan, piştî ku keştîyên wan qulipîn.

Li girava Samosê, keştîyeke bilez a ku koçber ji Tirkîyeyê dianîn, bi rê de lihev qulibî, di vê bûyerê de pênc zilam û jineke mirin, 14 zilam jî hatin rizgarkirin. Yek ji rizgarbûyan, ku welatîyê Îranê ye, bi gumana qaçaxçitîya koçberan hate girtin.

Li girava Lesbosê, keştîyeke din a koçberan ku bi keştîyeke zêrevanên peravan yên Yûnanistanê re li hev ket û qulipî. Di encamê de çar zilam, jineke û zarokekî şîrmij mirin; heşt kesên din jî birin nexweşxaneyê. Welatîyekî Tirkîyê yê 37 salî, ku di nav rizgarbûyan de bû, wekî gumanbarê qaçaxçitiya koçberan hate girtin.

Arşîv: Gemiyeke Koçberan di dema jêravbûnê de li avên deryayî yên Yunaistanê, li girava (Samos).
Arşîv: Gemiyeke Koçberan di dema jêravbûnê de li avên deryayî yên Yunaistanê, li girava (Samos).

Wezîrê Girav û Deryayan yê Yûnanistanê, Vassilis Kikilias, di hesaba xwe ya platforma X'ê de got ku lêkolîn ji bo zelalkirina sedemên bûyerê berdewam in. Wî jî diyar kir ku helwesta hikûmetê li dijî qaçaxçîyên koçberan "toleransî ji tune " ye.

Wezîr Vassilis Kikilias got "Li girava Lesbosê, şeş koçber, di nav wan de zarokekî şîrmij, di bûyereke trajîk de jiyana xwe ji dest dan."

Yûnanistan yek ji rêyên sereke yên koçberan ji Rojhilata Navîn, Afrîka û Asyayê ber bi Ewrupayê ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG