Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gulistan Koçyîgît Dibêje Başak Demîrtaş Yek jî Berbijarên Herî Xurt E


Cîgira Serokê Koma Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît îro Çarşemê got ku daxuyanîya Başak Demîrtaş ya ser berbijarîyê jibo wan wek serlêdaneke fermî ye.

Koçyîgît got ku Başak Demîrtaş jibo Stenbolê yek ji berbijarên herî xurt e.

‘’Başak Demîrtaş hevala me ye, hevkara me ye. Di hilbijartinên Gulana 2023’yan de em tev meşîyan, me tev mîtîng li dar xistin. Li pêş berbijarîya wê ti asteng tuneye.’’

Koçyîgît dîyar kir ku ew jiber daxuyanîyên Başak Demîrtaş yên ser berbijarîyê kêfxweş in.

Başak Demîrtaş di rojên borî de dîyar kiribû ku ger gel bixwaze û DEM Partî jî bipejirîne ew dikare jibo Stenbolê bibe berbijar.

Desteya Rêvebirina Navendî ya DEM Partî wê di 3’ê Sibatê de kom bibe û çaverê ye ku DEM Partî di wê civînê de namzetên bajarên mezin yên li rojavayê Tirkîyê binirxîne.

Di hilbijartinên 2019’an de, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, li bajarên mezin yên wek Stenbolê li hember desthilata Recep Tayyîp Erdogan piştgirî dabû rikeberîya bi pêşengîya Partîya Gel ya Komarî (CHP).

XS
SM
MD
LG