Breaking News

Kolana Hunerê ya Diyarbekirê

2012年11月23日,抗议者把一名受伤的同道者紧急送往开罗解放广场上的一家战地医院。
2012年11月23日,抗议者把一名受伤的同道者紧急送往开罗解放广场上的一家战地医院。

Diyarbekir, bajarekî mezin û dîrokî ye. Ev bajêr di heman demê de, di nav bajarên mezin yê başûra rojhelata Tirkiyeyê de jî cîhê xwe digre. Diyarbekir ji alîyê malnişinîyê ve, ji du beşan pêk tê. Bajarê kevn, bajarê nûh: Bajarê kevn di nav sûr û bedenên dîrokî de cîh digire; Bajarê nûh jî, ji vir û sed sal berê li derveyê sûran hatiye avakirin. Îro hejmara Dîyarbekir ji milyonekî zêdetir bûye.

Taxa Ofîsê, navenda bajarê ye. Dikan û çarşîyên mezin, piranîya kafe, bar û çayxaneyan jî li vê taxê cîh digrin. Ciwan û xwendevanên bajêr piraniya wextê xwe li vê taxê, bi taybetî jî li Kolana Hunerê derbas dikin. Ev kolan heft sal berê ji alîyê şaredariyê ve ji bo ciwanan hate amadekirin. Di vê kuçeyê de bi dehan kafe û çayxane û xwaringeh hene.

Hejmara zêdebûna çayxaneyan ji aliyekî da nişaneya rêjeya bêkarîyê ye. Di nav rojê de, li tevekî çayxaneyan rastê ciwanan tên ku piraniyên wan bêkar û îş in.

Ev kolan ji bo xwendevan û ciwanan jî cîhekî xweş yê bihnvedanê ye. Çayxaneyên ku bi awayekî modern û xweş hatine raxistin, ji du beşan pêk tên. Beşa ku li ser kuçeyê ye, ji bo çixarakêşa hatiye amade kirin. Di nav rojê de bi sedan kes li van çayxaneyan rudinên û bi hevalên xwe re sohbet dikin, çay û qehwe vedixon, çixare û nargîleyan dikşînin.

Ahmed xwedîyê cayxaneyekîye. Ahmed dibêje ku di rojekî de bi sedan kes tên li çayxaneya wan rudinên û çay vedixon.

Dema ku cihên bîhnvedanê çêdibin, ew der bixwe re derfeta kar û debarên nûh jî derdixîne holê. Dema ku mirov diçe Kolana Hunerê, dezgeyên xwarinê yên serpê bala mirov dikşîne. Ev dezge ji xwaringehan erzantir in, lewma jî her dem derdorê wan kerebalixin.

Îdrîs 22 salî ye û li Kolana Hunerê di dezgeya xwe de garisan difroşe. Îdrîs ji zaningehê ji beşa Elektronîkê mezûn bûye lê di vî warî de jixwe re tu kar nedîtîye. Ew jî mecbûr maye ku di dezgeya birayê xwe, ya garisan de bişuxule. Ciwanê kurd gazinên xwe dike û dibêje ger li Enqereyê xalekî mirov tunebe ne mumkun e ku bibe xwedîyê karekî.

Dema ku rêya we bi ser Kolana Hunerê ket, hunê bibînin ku bi dehan zarok û xort simîdan difroşin, zarokên keçik jî selpakan ( desmalên kağıt) difroşin. Piraniya malbatê van zarokan di nav xizanîyê da ne. Mirov dikare bêje ku piranîya malbatên van zarokan ji gundên xwe mecbûr mane ku koçên bajaran bikin.

Di nav 30 salên dawî de, ji gundan ber bi bajaran koç destpêkir. Di bingeha vê koçê de, tesîra şerê navbera PKK û dewletê pir mezin e. Li gorî Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan ya Meclîsa Tirkiyeyê, di navbera 1990-1994’an de, 3 hezar 688 gund ji aliyê dewletê ve hatine vala kirin û bi milyonan mirov jî mecbur mane ku ji gundên xwe koçê bajaran bikin. Diyarbekir jî yek ji van bajaran e ku hejmara wê di nav van salan de ji ber koçê pir zêde bûye.

Li gorî daneyên vilayeta Diyarbekirê, di sala 2006’an de hejmara zarokên ku li kolanan dişuxilin 3 hezar û 302 bûye. Ev hejmar îro daketîye 2 hezar û 470ê.

Her çiqas ev nizbet li gor salên berê kêmtir bûbe jî, dîsa jî ev pirsgirêk xetereyeke mezin e ji bo pêşerojê.

Sebrî û Berçîyan jî weke bi sedan zarokên dinê, li kuçe û kolanan duşuxulin. Sebrî simît difroşe, Berçîya jî Selpak…

Herdu zarok jî danê sibê diçin dibistanê û piştî nivro dest bi firotinê dikin. Berçiyan heba selpakan bi 50 quruşî difroşe û dibêje ku rojê dikare şeş heft desmalan bifroşe.

Sebrî jî bi birayê xwe re simîtfiroşîyê dike. Tevî wî li kolanê bidehan zarok hene ku simîdan difroşin. Sebrî dibêje ku rojekî dw dikare 60-70 heb simit bifroşe.

Mahabad jî debara xwe ji vê kolanê dike û li vir li ser dezgê xişr û morikan, lûfik û goreyan çêdike û difroşe. Jina ciwan dibêje ku ev du salin ku dest bi vî karî kirîye û ev kuçe ji bo firotina van tiştanokan gelek baş e.

Piştî ku min ji Mahabad xatir xwest, bala xwe dayê ku li ser derîyê çayxaneyekî nivîsa “ We kahveya Kurdî vexwar? “ hatiye aliqandin. Bi miraqa te’ma qehweya kurdî ez çûm vê çayxanê û min ji xortê çayfiroş qehweyekî xwest. Li gorî qeydeyê qehwe li ser sêniyê tevî cezweyê anîn.

Ew qehwa cûda birastî ekleka xweş li ser devê mirov dihêle. Hostayê qehweyê weke sirreka mezin terifa qehwê ji me diveşêre lê xwe jê nagire û dibêje ku ev qehwe ji çar çeşîd qehweyan tê çêkirin. Hosta Beşîr weke agahi ji me re dibêje ku du meh şunda dê li Diyarbekirê fabrîkaya kehweya kurdî were vekirin. Heta neha qehqeya kizvanê weke qehweya kurdî dihate nasîn. Lê ev qehweya nûh wusa xuya dike ku dê qasî qehwa kizvanê were heskirin.

Ger berê we ket vê kolanê, hunê dikaribin bi tehmên cûda û bi sohbetên germ wextekî xweş derbas bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG